H’emû nûçeSereke

Mihêr Grîgoryan û Castîn Frîdman alîyên hevkarîya nava goveka ênêrgêtîka atomîda gotûbêj kirine

Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan şêwirmendê dêpartamênta dewletê, ya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, yê alîyê pirsên belavnekirina ênêrgîya atomî Castîn Frîdman qebûl kirîye.Wextê hevdîtinê usa jî bayloza Ştatên Yekbûyîye li Ermenîstanê Krîstîna Kwîn amade bûye.

Cîgirê serokwezîr mêvan silav kirine û pirsên ênêrgêtîka li Ermenîstanê raber kirine û derheqa bernamên herêmêye ênêrgêtîkîda xeberdaye.

Wextê hevdîtinê alîyên hevkarîya nava goveka ênêrgêtîka atomîda gotûbêj kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button