H’emû nûçeSereke
Ji 1 ê tîrmehêda perên bona merivên yaşê xweda mezin, yên here kêm, wê dewsa 82 dolara bibe 93 dolar

Hukumatê ji 1 ê tîrmehêda perên bona merivên yaşê xweda mezin bide bilindkirinê. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, projeya anegor wezîrê pirsên xebatê û sosîyalî Narêk Mkrtçyan wextê civîna hukumatê raber kirîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî dereca lape nimiz wê bighîje 93 dolara.
Ji sala 2018 a da hetanî niha, bi gotina wezîr ew pere bi 225 selefîva zêde bûne.







