Adirbêcan hîvîya bi temamî dorgirtina Arsaxêye: Tîgran Abrahamyan

Li Adirbêcanê propaganda derheqa destpêkirina opêrasîyona mezinda, ya dijî Qerebagê him bona aûdîtorîya hundur û him bona aûdîtorîya der tê mîyaserkirinê. Derheqa wê yekêda parlamêntvanê ji fraksîya “Opozîsîyon” Tîgran Abrahamyan rûpelê xweyî facebook da nivîsîye.
Ewî daye dîyarkirinê: “Ew çi ku ji alîyê Adirbêcanêda tê kirinê, mîyaserkirina opêrasîyonên sînorkirî têra dibîne, yan jî derbên hindava obyêktên leşkerî. Diqewime cêribandin jî bêne kirinê, ku hinek bilindayên stratêcî bikine bin kontrola xwe.
Adirbêcan hîvîyêye, wekî bi dorgirtina Arsaxê halê krîzeyî bighîje dereca here bilind, lê ji alîyê mayînva jî ew dicêribîne encamên navneteweyî hesab hilde.
“Çi jî hebe, ewê berbi opêrasyîona mezin here. Heger ew qayîlîya alîyên navneteweyîye mezin bistîne, lê pêra jî diqewime bersivên wan hesab hilnede.







