Em yekparebûna axa Komara Ermenîstanê û piştgirîya ŞAY ji bo serwerîyê bilind qîmet dikin: Paşînyan Baydên pîroz kirîye

Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Jo Baydênra pîrozbahî ji bo roja Serxwebûnê şandîye. Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, di peyama pîrozbahîyê de bi taybetî wiha tê gotin:
“Birêz serokê hêja,
Ez li ser navê Komara Ermenîstanê û bi xwe bi germahî cejna Serxwebûnê li We û gelê dostên Amêrîkayê pîroz dikim.
Dewleta Yekbûyî yên Amêrîkayê û gelê wê di pêvajoya dijwara avakirina dewletekê de bi yekbûna li dora fikra serxwebûnê, avakirina nêrîna pêşerojeke dêmokratîk û derbazkirina zehmetîyan bi hev re derbas bûne. Berdewamîya serkirdayetîya Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê di dêmokrasîyê de li gelek welatan beşdarî pêşvebirina nirxên bingehîn yên azadî, wekhevî û mafên mirovan yên neçareser dibe.
Têkilîyên dualî yên ermenîya-amêrîkî yên aktîv di van salên dawî de, bi taybetî di warên rêformên dêmokratîk, xurtkirina serwerîya qanûnê û têkoşîna li dijî gendelîyê de, hêvîdar in. Ez bi kêfxweşî tomar dikim ku hevkarî li ser bingeha bawerîya hevbeş di navbera hukumetên me de heye, ku derfetek ji bo çareserkirina kêşeyên heyî û bêtir xurtkirina girêdana di navbera dewlet û gelên me de peyda dike.
Em helwesta Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê yên di warê piştgirîkirina yekparçeyîya erdî, serwerî û dêmokrasîya Komara Ermenîstanê de, ku di salên 2021-2022 de di pratîkê de hat nîşandan, bilind dinirxînin. Em hewildanên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî yên ji bo avakirina aştîyeke demdirêj û bi îstîqrar li Başûrê Qafqasyayê, birêkûpêkkirina têkilîyên Ermenistanê û Ardirbêcanê û gihandina maf û ewlehîya gelê Qerebaxê bilind dinirxînin. Komara Ermenîstanê ji bo yekparebûna axa Komara Ermenîstanê, ji bo serxwebûn, serwerî û pêşketina aştîyane ya demdirêj li herêmê, bi rojeva aştîyê ve girêdayî ye.
Birêz serok, ez careke din roja Serxwebûnê li We pîroz dikim û ji We û gelê Amêrîka re serkeftin, aştî û pêşketinên berdewam dixwazim”.







