H’emû nûçeSereke
Tagûhî Tovmasyanê bona pasîvîya li Qerebagê aşîtîparêzên rûs rexne kirine

Bi heyîna aşîtîparêzên rûs jî li Qerebagê him zîyana meriva û him jî zîyana têrîtorîya hebûye.Derheqa wê yekêda seroka komîsîya parlamênta Ermenîstanê, ya parastina mafên mêriv Tagûhî Tovmasyanê gotîye.
“Him kuştî û him jî birîndarên me hene. Meriv zîyanê dikevin, yên ku roja îroyîn malhebûna gundîtîyêva mijûl dibin. Ev hemû tişt careke mayîn şedetîyê dide, wekî Bekû heyîna aşîtîparêzên rûs hesab hilnade”,- Tovmasyanê gotîye.
“Em gerekê bifikirin, ku heger wekîlên Rûsîyayê li wirin, diqewime dîsa şer hebe.Hazirîya rûsaye li wir pêşîya xwestinên Adirbêcanê nagire. Dêmek em gerekê bona hemû tiştî amadebin”,-parlamêntvanê gotîye.







