
Hukumata Tirkîyayê qedexa li ser firînên berbi firegeha Silêmanîyê hetanî çileya sala tê daye dirêjkirinê. Qedexa li ser firînên berbi Silêmanîyê cara ewlin nîsana sala îsalin hate pêşdakişandinê û ew gerekê hetanî meha tîrmehê berdewam bikira.
Tirkîyayê ev qedexe bona pirsgirêkên ewlehkarîyê pêşda kişandine, nava wanda usa jî bi hesabhildana li Silêmanîyê heyîna gerîleyên PKK ê.







