Adirbêcan çawa bersiva dayîna xerîtên deştên mînkirî tu gaveke anegor neavît: Paşînyan

Adirbêcan çawa bersiva dayîna xerîtên deştên mînkirî tu gaveke anegor neavît û bi neqanûnî hetanî roja îroyîn dîlên ermenîye leşkerî li cem xwe xweyî dike û wana çawa faktora bazarkirina sîyasî dide xebatê.Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyan li civîna hukumatê gotîye.
Serokwezîr gunehkarkirinên ji alîyê Adirbêcanêda yên girêdayî pirsên deştên mînkirîra çawa yên bêhîm hesab kirîye.
“Pêşda mehkema navneteweyî girêdayî wan gunehkarkirinara ew yek înkar kir û da dîyarkirinê, wekî Ermenîstanê ew xerîtên deştên pêşda mînkirî dane Adirbêcanê. Gilî derheqa wê axêdane, ya ku pêşda bin kontrola ermenîyada bû. Roja îroyîn Adirbêcan bi saya wan xerîta xebatên paqijkirina mîna dike, lê Adirbêcanê çawa bersiva wê yekê tu gaveke anegor neavît”,- Paşînyan gotîye.







