Civaka navneteweyî fem dike wekî Elîyêv nikare ku hevraxeberdana pêk bîne
Nava mêdîya ermenîda ew nivîsarên baylozê Adirbêcanêyî li Nîdêrlanda, yên Twittere da belav dibin, kîjanada ew dibêje, ku ewî wextê gotûbêjkirinên li Haagayê çi gotîye. Ewî bi taybetî nivîsîye, wekî mafê ermenîyên Arsaxê wê tunebe.Azêrîzan Tatêv Hayrapêtyanê derheqa wê yekêda xeberdaye. Ewê facebook da nivîsîye, wekî alîyê ermenî şedetî raberî wekîlên avropî û bayloza kirine ku Adirbêcan bi rîya çêkirina aşîtîya rast naçe.
Derheqa wê yekêda fikirên civaka navneteweyî tên guhastinê. Derheqa wê yekêda parlamêntvana berê Gayanê Abrahamyanê gotîye, ya ku tevî gelek pêşezana û azêrîya beşdarî gelek gotûbêjkirina bûye.Bi gotina Gayanê Abrahamyanê dinîya tê ser wê fikirê, wekî prosês wî cûreyîye.
Nivîsarê baylozê Adirbêcanê, bi gotina Gayanê Abrahamyanê, eşkere wê yekê didine kifşê.