H’emû nûçeSereke

Ermenîstan amadeye li ser sînorê Adirbêcanê  sê xalên kontrolê veke

Ermenîstanê tu cara qebûl neke ku nava axa wêra ji wir der korîdorê bidine vekirinê, lê amadeye sê xalên kontrolê li ser sînor veke û hîvîya bersiva Bekûyêye anegore.Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê civîna hukumatê gotîye.

“Gerekê biwekilînim, wekî Ermenîstanê tu cara borcdarî hilnedaye ser xwe ku korîdorê bide.Çi ku derheqa vekirina rîyadane, kîjan gerekê bin kontrola wan welatara derbazbin, Ermenîstanê elam kirîye wekî bona wê yekê amadeye.

Zûva birîyara hukumatê hatîye qebûlkirinê, ku li ser sînor sê xalên kontrolkirinê vekin, lê ew yek rûyê nêzîkbûna Adirbêcanêye neçêkirinêda nehatîye mîyaserkirinê, kîjanê şuxulkarîya wî cûreyî destpê nekirîye û naxweze rê bide Ermenîstanê”,- ewî gotîye.

“Gilî derheqa wê yekêdane, wekî Adirbêcan gerekê wê yekê birîyarke, ku bona herdu welata jî xalên kontrolkirinê hebin, bona ku rêyên herêmî bêne vekirinê”,- Paşînyan gotîye.

Bi gotina serokwezîr ev yek nehatîye kirinê, çimkî Adirbêcan ji sîyaseta xweye 30 sale, ji dorgirtina Komara Ermenîstanê, paşda nesekinîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button