H’emû nûçeSereke

Bayramov bi sînîkî bersiva banga Zaxarovayê daye

Wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov bersiva banga wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê daye, ya ku derheqa korîdora Laçînêda bû.

“Bêguman, pêwîste ku guhdarîya wan banga bikin. Lêkolînkirin girînge û em wê yekê dikin û bersivên anegor didin.

Dewleta Adirbêcanê hindava prînsîp û normên mafê navneteweyî li ser fikira xweye.Em sîyaseta xwe ne ku bi bangên hinek meriva pêşda dibin, lê em berjewandîyên xweye miletîyê hesab hildidin. Em li ser wê fikirêne, wekî ew sîyaset wê encamên baş bide”,- Bayramov gotîye.

Bi hesabhildana vê bersivê, meriv dikare bê ser wê fikirê, wekî komkujîya 120 000 ermenîyên Qerebagê “li gorî berjewandîyên” Adirbêcanêye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button