
Îdara ku pirsên êzdîyava mijûl dibe, ya li hukumata Herêma Kurdistanê, 11 ê tîrmehê elam kirîye, wekî du keçên êzdî ji destên DAÎŞ ê hatine xilazkirinê.
“Em dikarin wê yekê îzbatkin, wekî du keçên êzdî ji destên têrorîstên DAÎŞ ê hatine xilazkirinê.Ew sala 2014 a li Şengalê hatibûne revandinê”,- serokê îdarê Husêyn Kaîdî gotîye “BasNews” ê.
Wextê êrîşa ser Şengalê, gelek binelîyên li wir ji alîyê DAÎŞ ê da hatine kuştinê û gelek jî ketine destên wan. Hukumata Herêma Kurdistanêra li hev hatîye ji 6417 êzdîyên revandî 3570 yî xilazke.Yazîya yên mayîn hetanî roja îroyîn eyan nîne.
Wextê wê komkujîyê, ya ku dijî civaka êzdî hate kirinê, 68 zîyaretên êzdîya hatine wêrankirinê. Nêzîkî 400 000 êzdî bûne mihacir, piranîya kîjana mecbûr bûn ewlehkarîya xwe li Kurdistanê bibînin.







