H’emû nûçeSereke
Serokê ştaba sereke, yê hêzên Ermenîstanê bi seredan li ŞAY e

Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî parastinê, serokê ştaba sereke gênêral Êdvard Asryan 17-18 ê tîrmehê li Waşîngtonê beşdarî civîna pêşkêşî 30 salîya bernama hevkarîya tevî givardîya miletîyê bûye.
“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî wextê merasîmê usa jî hevdîtinên tevî serokê byûroya givardîya miletîyê, serokê pirsên sîyasetê û stratêcîya fermandarîyê û usa jî fermandarê givardîya miletîyê hebûne.
Wextê hevdîtina dereca hevkarîya Ermenîstanê û Kanzasê, usa jî pêrspêktîvên pêşkeftinê û cêrge pirsên hevkarîyê hatine gotûbêjkirinê.







