Mijara Arsaxê de garantîya girîng tenê parastina statûyê ye, her çend di şeklê dewleteke nenaskirî de be jî: sîyasîzan

Destpêkirina mêxanîzma navneteweyî ya aramkirina rewşa li Qerebaxê, tê wateya hebûna hêzên aşîtîparêz yên pirneteweyî, mîna li Kosovayê. Ev jî tê wateya hebûna înstîtûta garantorên navneteweyî, ku ew jî dê bibe beşeke pêkhatî ya hêzên aşîtîparêz. Lê balkêş e ku Adirbêcan çiqasî razî be bi bicihkirina van hemûyan li ser xaka xwe yan jî çiqasî mimkûn e ku zextê li Adirbêcanê bike di vê mijarê de, ji ber ku Adirbêcan bi awayekî katêgorî bijardeya destpêkirina mêxanîzmayeke navneteweyî ya ku mîsîoger dike, red dike.
Sîyasîzan Hrant Mîkayêlyan di hevpeyvîna xwe ya bi “Armênprêss”ê re, bi heman nêrînê amaje bi xalên girîng yên axaftina wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyane li Aûstrîyayê ya li ser mijara Arsaxê kir.
Wezîrê Ermenîstanêyî karên derv Ararat Mîrzoyan piştî hevdîtina bi wezîrê Aûstrîyayêyî karên der Alêksandr Şalênbêrgra re li Vîyênayê daxuyanî da rojnamevanan û bi taybetî dîyar kir ku aşîtîya bi îstîqrar li herêma me tenê bi dîyaloga Stêpanakêrt-Bakûyê ya li ser maf û pirsgirêkên ewlekarîya gelê Qerebaxa Çîya pêkan e.
“Adirbêcan dixwaze hêzên aşîtîparêz yên Rûsyayê ji axa wê derkeve û bi giştî li dijî xebatên din yên aşîtîparêz yên li ser erdê ye, lewma dê her tiştî bike da ku ji bicihkirina wan dûr bisekine. Heger em texmîn bikin ku dê mêxanîzmeke navneteweyî li Qerebaxa Çîyayî bê destpêkirin jî, gelo ew ê ewlehîya ermenîyên Arsaxê bi tevahî garantî bike, çima ewlehîya Ermenîstanê jî neke, ji ber ku mîsyonên aşîtîyê bi gelemperî, wekî ezmûna navneteweyî nîşan dide, ewqas bi bandor naxebitin. Rast e hebûna hêzên aşîtîparêz yên rûs garantîya wê yekê ye ku Arsax ji ermenîya vala nebe, lê şertek girîng e ku Adirbêcan jî dev ji sîyaseta qirkirinê berde”,- Mîkayêlyan got.
Li gor dîtina wî, Adirbêcana îroyîn di wateya klasîk de dewleteke nasîstîye û hebûna ermenîyên Arsaxê li welatê wan ê dîrokî tehemûl nake. Heya ku ev vegotin hebe, her mîsyoneke aştîparêz mehkûmî têkçûnê ye, nemaze ku di vê qonaxê de mêxanîzmek yan hêzeke navneteweyî ya dîyar ku zextê li ser hevgirêdana Tirkîye û Adirbêcanê bike, tune ye. Di mesela Arsaxê de tenê garantîya girîng ya ewlehîyê, li gor pisporê sîyasî, parastina rewşa niha ye, her çend dewletek nenaskirî be jî.
Mîkayêlyan da kifşê bi pêrspêktîva dîyaloga Bakû-Stêpanakêrtê jî kir û dîyar kir ku pirsa sereke ew e ku dîyalog dê di kîjan formatê de pêk bê. Vebijêrkek heye ku divê alî wek hev danûstandinan bikin, lê Bakû wê bijardeyê înkar dike. Forma din jî ew e ku nûnerên ji Arsaxê hatine hilbijartin û nûnerên dewleta Adirbêcanê divê biaxivin, lê Bakû jî vê yekê înkar dike û vebijarka dîyalogê dide pêş, ku di encamê de divê Arsax bi tevahî bi Adirbêcanê re bibe yek. Bi gotineke din, teslîmbûna ji dîwana Bakûyê re, ku ji alîyê navbeynkarên navneteweyî û alîyê Arsaxî ve bi awayekî otomatîk nayê qebûlkirin.
“Eger ne dîyar be ka kî bi kê re û bi kîjan satûsê de mûzakereyê dike, dê dîyalog pêk neyê. Heger navbeynkarên navneteweyî bixwazin giranîya mûzakereyê ya Qerebaxê zêde bikin, ev rewş dê hevsengîya hêzan bi awayekî berçav biguherîne, lê ji bo vê jî divê li dijî Adirbêcanê çalakîyên tûnd bên kirin. Bi giştî divê çareserîya pirsgirêkên yasayî û têknîkî yên dîyalogê bi pêkhateya naverokê re bê yekkirin, ji ber ku rojev jî bi helwestên alîyan ve tê destnîşankirin”.
Ji ber ku Ararat Mîrzoyan liAûstrîyayê jî bi sêkrêtarê giştî yê Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê re hevdîtin pêk anî û tekezî li ser wê yekê kir ku divê mêxanîzmayên wê pêkhateyê û amûrên heyî bi awayekî bi bandor bikar bînin, lê pisporê sîyasî amaje bi rola Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê jî kir û da zanîn ku bê guman aktîvkirina wê sûdmend e. Li ber çavan bê girtin ku di çarçoveya koma Mînskê de lihevkirin hatine kirin û bi salan e belgeyên xebatê tên belavkirin, dîyar e ku ev format tê qebûlkirin, lê ji alîyê din ve divê bê zanîn ku Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê di nava krîzeke ji ber ku pir hindik daxwaza axaftinê heye.
Di navbera Rûsyayê û Rojavayê de hema bêje tu têkilî tune. Rola Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê li herêma me jî kêm bûye. Û koma Mînskê ev salek û nîv e dêfakto bêçalaktî ye, her çend di warê çareserkirina pirsgirêka Arsaxê de têkane sazîya rayedar e. Her wiha eger berê di navbera hevserokan de lihevkirinek hevpar hebû, niha danûstandin bi alîyên nakok re cuda tên kirin. Navbeynkar ji sêmpatîzan bûne hevrik û dixwazin hevdu ji herêmê derxînin û di vê têkoşînê de jî Arsax bûye karta lîstikê. Bi sûdwergirtina ji vê yekê, Bakû dixwaze hemû formatan bişkîne û bi zorê pirsgirêkê çareser bike”,-sîyasîzan da kifşê.







