H’emû nûçeSereke

Li Arsaxê krîzeya saxlemîxweykirinêye mezin heye: Anahît Avanêsyan

Wezîra Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê Anahît Avanêsyan derheqa krîzeya saxlemîxweykirinêye li Arsaxê xeberdaye, ya ku rûyê ji alîyê Adirbêcanêda dorgirtina korîdora Laçînêda saz bûye.

“Niha nexweşên usa hene, kîjan hewcê cîguhastina li Ermenîstanêne. Min şebeqê xeberdaye û em hêvîdarin wekî nava wedê nêzîkda gerekê cîguhastinê mîyaserkin”,- piştî civîna hukumatê wezîrê gotîye rojnamevana.

Bi axaftina derheqa dû-dermanên li Arsaxê, ku li wir çiqas derman mane, wezîrê gotîye, wekî niha hemû pêvajoyên plankirî hatine betalkirinê û dermanên li wir mayî tenê bona hewcetîyên here giran didine xebatê.

“Rêsûrsên dermanaye li Arsaxê dikarin xilazbin. Niha li wir krîzeya saxlemîxweykirinêye mezin heye, çimkî niha pêvajo teribîye, derman naçine Arsaxê”,- Anahît Avanêsyanê gotîye.

Bi gotina wê derheqa wî hemû tiştîda elamî hemû hevkarên navneteweyî dikin, him bi banka û him jî bi cûrê nivîsar.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button