H’emû nûçeSereke
Adirbêcan îro sîyaseta paqijkirinên êtnîkî mîyaser dike: Ararat Mîrzoyan

Li Têhranê hevdîtina wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan û wezîrê Îranêyî karên der Husêyn Emîr Ebdulahîan pêk hatîye, lê piştî wê yekê bi beşdarîya dêlêgasîyayên herdu alîya hevdîtin berdewam kirîye.
Paşê herdu wezîrên karên der bi elametîyava pêşda hatine.
Ararat Mîrzoyan bona qebûlkirina germ û hevraxeberdanên kardar razalixî elam kirîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî Îran her dem çawa hevkara Ermenîstanêye dost bûye û bi hêvîdarî gotîye wekî ew yek wê wî cûreyî bimîne.
Ararat Mîrzoyan nava axaftina xweda usa jî derheqa aşîtî û ewlehkarîya li Qafqasîya Başûr xeberdaye. Ewî derheqa halê li herêmê daye dîyarkirinê.







