H’emû nûçeSereke
Adirbêcan dicêribîne dîlên ermenî çawa mecala bazarkirina sîyasî bide xebatê: serokwezîr

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan elam kirîye, wekî hetanî roja îroyîn jî Adirbêcan dîlên ermenî paşda venagerîne, çimkî dicêribîne wana çawa bazarkirina sîyasî bide xebatê û li ser Ermenîstanê tehsîrke. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyan wextê prêss-konfêransê gotîye.
“Adirbêcan dicêribîne dîlên ermenî çawa bazarkirina sîyasî bide xebatê bona ku hukumî ser Ermenîstanê bike”,-Paşînyan gotîye.
Serokwezîr daye zelalkirinê, ku bona çi alîyê ermenî piştî şerê 44 roje xerîtên cîh û warên mînkirî, yên ku ketine bin kontrola Adirbêcanê, dane wê.
“Civaka navneteweyî bangî me dikir ku em gavên yekalî biavêjin, bona ku aminayî hebe. Me jî ew gav avîtine û çawa gaveke hûmanîtrî ew yek kirîye nava cedandinên bona aşîtîyê”,- ewî gotîye.







