H’emû nûçeSereke

Li Qerebagê fikirên cûre-cûre, yên bona milahîmkirina krîzeya hûmanîtarî tên gotûbêjkirinê: Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanêyî Nîkol Paşînyan raber kirîye ku gavên çi cûreyîye praktîk tên avîtinê, bona ku krîzeya hûmanîtarîye li Arsaxê bidine milahîmkirinê.

Serokwezîr gotîye wekî hukumata Ermenîstanê tevî hevkarên Qerebagê her dem nava hevkarîyêdanin û pêra jî dicêribînin mecala bigerin ku alî wan bikin.

“Usa jî bi saya xebata me sîstêmên navneteweyîye cuda-cuda birîyarên cûre-cûre bona wê yekê qebûl dikin. Navav pêvajoya hevraxeberdanada cêribandin tên kirinê, ku helkirina bibînin. Hûn zanin, wekî wedekî dirêj girêdayî halê Qerebagêra, bi serokatîya cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê koma xebatê saz bûye, ya ku herroj nava  gotûbêjkirinadane bona ku gav bêne dîtinê. Hetanî niha qezîya nehatîye altkirinê û ew yek dide kifşê, wekî li gorî wê yekê gavên anegor nehatine avîtinê, diha rast yên kardar nîbûne.Fikirên cûre-cûre hene û ez difikirim, wekî êtapekêda  mîyaserkirina wan fikira hûnê bibînin”,- ewî gotîye.

Serokwezîr nexwestîye bi hûrgilî raberke, lê daye zelalkirinê, heger gav bêne avîtinê ewê yên hûmanîtarîbin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button