H’emû nûçeSereke
Adirbêcan dide kifşê, wekî ewê lîstika qirêj dilîst û nava mehên derbazbûyîda derew dikirin:Alên Sîmonyan

Adirbêcanê civaka navneteweyî dixapand, ku korîdora Laçînê bona armancên hûmanîtarî vekirîye. Bi îzinnedayîna derbazkirina barên hûmanîtarî, yên ku ji Ermenîstanê hatine şandinê, Adirbêcan dide kifşê, wekî ewê nava mehên derbazbûyîda lîstika qirêj dilîst. Derheqa wê yekêda serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan Twittere da nivîsîye.
“Li ber dergehê korîdorê cêrga avtomaşînên hûmanîtarî dane sekinandinê û gotine, ku “lîstik îdî ser hevda hatîye””,- Sîmonyan gotîye.
Em bêjin, wekî 26 ê tîrmehê 361 tonna barê hûmanîtarî ji Ermenîstanê şandine Qerebagê, lê alîyê azêrîya îzinê nade ku ew bar here Qerebagê. Wezîreta Adirbêcanêye karên der şandina wî barê hûmanîtarî çawa “provokasîya” qîmet kirîye.







