
Bûyroya sîyasî, ya Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk û Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê gerekê cêrge pirsên girêdayî hilbijartinên parlamêntîyêra gotûbêj bikin.
Kurdistan 24 ê ragîhandîye, wekî Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê name ser navê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk şandîye û hîvî kirîye ku bi hevra wan pirsa gotûbêj bikin.
Van axirîya serokatîya Kurdistanê name ser navê komîsîya hilbijartina, ya Îraqê şandibû, ku hilbijartinên parlamêntîyêye li herêmê kontrol bikin, yên ku hatine paşdaêxistinê.
Hilbijartinên têradîtî wî çaxî çawa yên nebûyînê hesab kirin dema ku mehkema Îraqêye tewrebilind birîyar kir, wekî paşdaêxistina hilbijartina ya konstîtûsîyon nîne.Li gorî wê usa jî komîsîya Kurdistanêye hilbijartina hate belavkirinê.







