
Serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî qedirê bîranîna 8000 mêrên Barzanî girtine, yên ku 40 sal pêşda ji alîyê rêjîma “Baas” ê da hatine kuştinê.
“Nenihêrî wê yekê, wekî 40 sal pêşda ev xirabkarî hatine kirinê, lê mixabin em hê şovînîzmê û armanca zîyandayînê, ya dijî miletê kurd ji alîyê hinek meriva û partîyada dibînin. Pirsgirêka miletê me hebûye, ya ji alîyê vê mêntalîtêta nemerivatîyêda, ya ku kanîya konflîkta û neqewînbûnêye, him bona temamîya Îraqê û him jî bona herêmê”,- nava elametîya serokê partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanîda hatîye gotinê.
Mesûd Barzanî razalixî elamî binelîyên Hewlêrê, Herîrê, Soranê kirîye, wekî wî çaxî wextê rojên giran alîkarî dane binelîyên Barzanê.







