
Brîtanîya Mezin bi fermî komkujîya êzdîyaye sala 2014 a, ya ji alîyê DAÎŞ ê da mîyaserkirî nas kirîye.Ev naskirin çend roj berî nehsalîya salvegera wê bûyarê hatîye kirinê.
Elametîya derheqa wê yekêda ji alîyê wezîrê pirsên Rojhilata Navîn Lord Ahmedda hatîye kirinê, yê ku derheqa zêrandinên êzdîyaye wî çaxîda xeberdaye.Ewî derheqa heqîtîyê û cabdarîyêda daye dîyarkirinê.
“Îro me naskirina dîrokî kirîye, û em xwe mikur hatine, wekî dijî êzdîya komkujî hatîye mîyaserkirinê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.







