H’emû nûçeSîyasî

Aşîtî bawarîya mine: eva ew hemû tişte, kîjanê ez bawar dikim: Nîkol Paşînyan

Aşîtî ne tenê dikare, lê gerekê hebe. Ewe nêzîkbûna min, ewe bawarîya min. Feqet bona ku ew yek bibe, girînge ku civaka navneteweyî haj hemû tiştî hebe, bona ku femdarîbe ku bona çi pêşkeftin bi têmpa anegor nabe.

Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê hevpeyvîna  tevî têlêvîzîyona Euronews ê  gotîye.

“Ez dikarim  derheqa hevdîtinên meye li Bryûsêlê bêjim, dema ku wextê hazirîya serokê Şêwira Yektîya Avropayê Şarl Mîşêl em tevî kîjanê pevketin û me pevketin destanî, wekî Ermenîstan û Adirbêcan  yekîtîya têrîtorîyayên hevdu nas dikin, piştî kîjanê Şarl Mîşêl bi elametîya anegorva pêşda hat. Hetanî niha serokê Adirbêcanê ew pevketin îzbat nekirîye  û înkar jî nekirîye. Eva tiştekî cudaye, ya ku kêmasîya aminayê saz dike”,-ewî gotîye.

Bi gotina wî, pevketin heye, wekî di navbera Bekûyê û Stêpanakêrtêda gerekê dîyaloga derheqa maf û ewlehkarîya ermenîyên Qerebaxê, ya nava doranên mêxanîzmên navneteweyîda pêk bê.

“Ew dîyalog jî hetanî van axirîya pêk nehatîye. Feqet em gerekê bixebitin, tu kesî soz nedaye ku hêsaye bighîjine aşîtîyê. Heger hêsabûya, aşîtî wê zûva îzbatbûya”,- serokwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button