H’emû nûçeSereke

Qerebax li ber qezîya xelayê sekinîye: Nîkol Paşînyan

Qerebax li ber qezîya xelayê sekinîye, li wir krîzeya hûmanîtarîye. Derheqa wê yekêda wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona Euronews ê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyn derheqa halê li Qerebaxê gotîye. Berî her tiştî minê bixwesta biryara mehkema navneteweyî ji wan faktorên ku we dane dîyarkirinê, cuda bikira, çimkî birîyara  mehkema edaletê ya borcdarîye û qewata wêye hiqûqî heye. 22 ê sibata sala îsalin, li ser hîmê erza Ermenîstanê, mehkemê birîyar kir gava biavêje.Çûyîn-hatina transportêye bi korîdora Laçînê bide çareserkirinê, çûyîn-hatina welatîya û eşîya bide çareserkirinê û 6 ê tîrmehê jî ew birîyar careke mayîn îzbat kirîye. Eva tiştekî girînge, çimkî birîyara mehkema navneteweyî nayê mîyaserkirinê.

Çi ku li Qerebaxê diqewime, ez dikarim bêjim wekî li wir krîzeya hûmanîtarîye.Xurek naçe Qerebaxê, cêrge eşîyayên pêwîst tunene derman, xurekên zaroka û gelek tiştên mayîne pêwîst tunene. Dayîna gazê hatîye sekinandinê û ênêrgîya êlêktrîkî jî hatîye qutkirinê. Pêtrol naçe Qerebaxê.Û li vir em li ber qezîya xelayê sekinîne”,- ewî gotîye.

Derheqa wê gotina Adirbêcanêda jî wekî bi rîya Axdamê ew yek dikare bibe, Paşînyan gotîye wekî   nava peymana sêalîda derheqa wê rêyêda tu tişt nehatîye dîyarkirinê, lê derheqa korîdora Laçînêda hatîye kifşkirinê.

“Lê binihêrin, ez nizanim hûn derheqa çida dibêjin, çimkî ez derheqa wê dokûmêntêda dibêjim, ya ku min îmze kirîye û statûsa wêye navneteweyî heye. Li wir gelekî zelal hatîye nivîsarê, wekî korîdora Laçînê bin kontrola aşîtîparêzên rûsdaye û ew ne ku rêye, lê korîdora bi beraya pênckîlomêtrêye, ya ku gerekê ji kontrola Adirbêcanê derbe.Û ya ku gerekê pêwandîya di navbera Qerebaxê û Ermenîstanêdabe. Bi prînsîpyalî hûn zanin,lê ezê bêjim, wekî ji hîvê berbi Qerebaxê jî rê vekirîye û tu posteke kontrolê tune.Lê ez nikarim derheqa wan înstîtûtên neeyanda xeberdim, ku ew çi rêye, ji  marsê ji hîvê. Ez derheqa dokûmêntêda dibêjim. Niha ew rê girtîye. Heger kesek şikbere dikare hema niha here Qerebaxê. Duh xaçê Sor bi fermî elam kir, wekî rûyê korîdora girtîda mecal tune alîkarîya hûmanîtarî bighînine Qerebagê”,- Paşînyan gotîye.

Bi gotina Paşînyan, hukumata Ermenîstanê 400 tonna barê hûmanîtarî şandîye Qerebaxê: “Gelo ew alîkarî wê here Qerebaxê, yan na?”.

Ewî usa jî gotîye wekî li Qerebaxê xebatên malhebûna gundîtîyê hersal mîyaser dikin, lê leşkerên Adirbêcanê  berbi wan meriva  û têknîka malhebûna gundîtîyê agir dikin.

“Ji sala 2020 î da bûyarên usa jî qewimîne dema ku traktorîst ji alîyê nîşangirê azêrîda hatîye kuştinê. Niha traktor jî naxebite, çimkî ardû tune. Rûyê tunebûna ardûda meriv nikarin rezê xwe berevkin. Rûyê wê yekêda usa jî nikarin ar bighînine firna, lê rûyê tunebûna ênêrgîya êlêktrîkî û gazêda jî nikarin nan bighînine dikana. Meriv bêxebat mane, lê dikan jî valane.Xurekên zaroka jî tune”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button