H’emû nûçeSereke
Adirbêcan elametîya 9 ê mijdarê diteribîne û îzinê nade ku alîkarîya hûmanîtarî bighîje Qerebaxê

Alîkarîya ku hevtîya derbazbûyî ji alîyê hukumata Ermenîstanêda hate şandinê, barê 361 tonna, hetanî niha li ber dergehê korîdora Laçînê sekinîye, çimkî Adirbêcan elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î diteribîne û bi neqanûnî nahêle ku barê hûmanîtarî bighîje Qerebaxê. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê civîna hukumatê gotîye.
Em bîr bînin wekî hukumata Ermenîstanê piştî wê yekê birîyar kir ku alîkarîya hûmanîtarî bişîne Qerebaxê, dema ku xaçê Sor elam kir, ku nikarin barên hûmanîtarî cîguhastî Qerebaxê bikin, çimkî Adirbêcan destûrê nade.







