Adirbêcanê darê çevê xweda nedîtîye

Ji alîyê Ermenîstanêda pêşîgirtina vekirina rîya bona aşîtî û qewînbûna li herêmê qulix nake.Bi elametîya vî cûreyîva wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov wextê hevdîtina tevî şêwirmendê wezîreta Ştatên Yekbûîye karên der, yê pirsên hevraxeberdanên li Qafqasîyayê Lûî Bono, gotîye. Bayramov elametîyên derheqa girtina korîdora Laçînêda çawa yên nelêgîtîm nav kirine.
Feqet ewî nedaye zelalkirinê, wekî bona çi çûyîn-hatina meriva û bara nayê mîyaserkirinê.
Wezîrê Adirbêcanêyî karên der careke mayîn Ermenîstan nava wê yekêda gunehkar kirîye, wekî ew hêzên xweye sîlihkirî ji axa Adirbêcanê dernaxe, kîjan li wir tunene.
Xêncî wê yekê Bayramov cêribandîye dîplomatê amêrîkî bike nava şaşîyê û elam kirîye, ku giva çevê Yêrêvanê dîsa ser ax û serbixwetîya Adirbêcanêye, lê bîr kirîye bêje, wekî hema Elîyêvê serok gelek cara Syûnîk, Yêrêvan û nehîyên Ermenîstanêye mayîn çawa yên Adirbêcanê nav kirine.







