H’emû nûçeSereke

Heger sînorên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda birîyarkirî nînin, wî çaxî Adirbêcan pirsa axa çi bilind  dike?: Paşînyan

Kirinên Adirbêcanê, wextê kîjana ew xwe serî xwe û gelek cara jî bi xebitandina qewatê ala datînin, mînanî wê yekêye, ku Adirbêcan dixweze pêvajoya edil bide teribandinê.Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê civîna hukumatê gotîye.

“Rojekê pêşda ew yek wextê hevpeyvîna serokê Adirbêcanê dîyar bû. Ewî elam kir ku giva dewekarîyên Adirbêcanê, yên hindava axa Ermenîstanê tunene. Serokê Adirbêcanê dibêje, wekî sînorên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda nehatine qirarkirinê.

Sînorên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda bi dêklarasîya Alma Atayê, ya sala 1991 ê  hatine qirarkirinê û ew yek wextê hevdîtina li Prahayê, ya 6 ê cotmeha sala 2022 a hatîye îzbatkirinê.

Fikireke usa pêşda tê, wekî plana Adirbêcanê vî cûreyîye: tê bêjî ew dixwezin sînorê bi peymana Alma Atayê, ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda bi xalên li gorî xwe peymana aşîtîyê îmzekin û paşê wextê pêvajoya kifşkirina sînora dewekarîyên hindava axa Ermenîstanê pêşda bikişînin”,- Paşînyan gotîye.

Paşînyan pirseke vî cûreyî daye: kirinên Adirbêcanê, wextê kîjana ew xwe serî xwe û gelek cara jî bi xebitandina qewatê ala datînin, mînanî wê yekêye, ku Adirbêcan dixweze pêvajoya edil bide teribandinê.

“Pirsa vî cûreyî heger tê bilindkirinê, usaye sînor hê nehatine qirarkirinê, lê pêşnîyara Ermenîstanê jî ya paşdavekişandina esker ji xeta sînor wî cûreyî dimîne. Em hîvîya wê yekêne ku ji alîyê Adirbêcanêda ew pevketin bê îzbatkirinê”,- Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button