H’emû nûçeSereke

Meha îlonê dîplomatên rûs ji bo vekirina konsûlxaneyê wê li Syûnîkê biqesidin: Dênîs Gonçar

Em bona vekirina konsûlxaneya  sereke ya Rûsîyayêye li heza Syûnîkê, ya li bajarê Kapanê, bi  aktîvî amade dibin. Di derbarê wê yekêda, wextê hevpeyvîna tevî TASS ê,  serokê îdara çaremîn, ya welatên  Hevalbendîya Welatên Serbest,  ya wezîreta  Fêdêrasîyona Rûsyayêye karên der, Dênîs Gonçar gotîye.

 “Ev  pêşnîyar  wextê civîna 25 ê gulanê ya li Moskvayê ji alîyê serokên welatên meda layîqî begemîyê bûye. Îdî meha îlonêda dîplomatên rûs wê bi seredan  herine  herêmê ku raste-rast “cîda” bi pirsên opêratîvîva mijûl bibin”-, ewî gotîye.

Ewî usa daye dîyarkirinê ku di navbera Moskovaê û Yêrêvanêda di çarçoveya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya  Kolêktîv, Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî û Hevalbendîya Welatên Serbestda kordînasîya îzbat bûye, usa jî nava sîstêmên neneteweyîda, berê ewlin li Organîzeya Netewên Yekbûyî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button