H’emû nûçeSereke

Hevdîtinên Stêpanakêrtê û Bekûyê wê helkirnê neynin, ew yek wê hema ji hevdîtina ewlin zelalbe: Davît Babayan

Adirbêcan dixweze hevraxeberdanên Stêpanakêrtê û Bekûyê çawa dîyaloga hundurê welêt raberke, çawa ew tevî xirabkara xeber didin û em jî gerekê baxşandinê bixwezin û em dixwezin  bibine welatîyên we. Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî NEWS.am ê  wezîrê Qerebagêyî karên der yê berê Davît Babayan gotîye, dema ku ewî derheqa elametîya Bekûyêda xeberdaye ku ew amadene tevî  ermenîyên Qerebaxê hevdîtina pêk bînin.

“Bekû dixweze pirsa întêgrasîyayê gotûbêj bike. Ew qewilên usa pêşda dikişînin kîjan hevdîtinên mayîn  dikin çawa tiştê nebûyînê.Ew yek wê bide kifşê ku ew ser me hukum dikin. Em dibînin wekî dinîya xwe bêdeng kirîye û gava navêje ku vî halî bide milahîmkirinê”,- Davît Babayan gotîye.

Babayan difikire wekî himberî welatîyên mayîn li cem Adirbêcanê cudatîk heye, ew derewa nake. Ew dibêje ku emê bên we tunekin û eve armanca me. Heger  kesek bêje Qerebax ya ermenîye, wî çaxî  ewê cezayê girtina heta-hetayê bistîne.

“Fikira întêgrasîyayêye hîmlî ewe, ku qerebaxîya birçîna bikujin û mecbûrkin wekî ew bên, li ber wan çok bidin û bêjin ku ew hemû tiştîra qayîlin. Ez nafikirim, wekî ew hevdîtin wê helkirina baş bînin, çimkî hema ji hevdîtina ewlin hemû tiştê zelalbe. Hene car, dema ku baştire tu rast pê neyêyî, çimkî piştî wê yekê halê diha giranbe. Bînin ber çevê xwe wekî wextê hevdîtinê, Adirbêcan gilîyê xweye dawî dibêje û paşê hevdîtin tê teribandinê.Wî çaxî emê çi bikin, hemû tişt wê diha xiravbe”,- Davît Babayan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button