Marka “Wyndham Hotels & Resorts” îdî li Ermenîstanê ye

Merasîma îmzekirina peymanê di navbera Green Residential Park û Wyndham Hotels & Resorts ku li dinîaye otêlên amerîkî ya cîhanê ye li Yêrêvanê hat lidarxistin û di encamê de wê kompleksên otêlên Wyndham Saxkazor, Ramada Plaza by Wyndham, Wyndham Garden û Wyndham Grand Residences bên avakirin.
Heyîna marka “Wyndham Hotels & Resorts” li sûka Ermenîstanê dê di salên dawî de zêdetir tûrîst beşdarî geştîyarîyê bibe, nemaze ji bo tûrîstên ku betlaneyên pola bilind û lûks tercîh dikin. Proje ji bo geşepêdana aborîya welêt, sêktora geştiyarîyê û karsazîya otêlê derfetên nû vedike. Projeya yekem, Wyndham Saxkazor dê cihê xwe di nav bi cûre-cûre otêlên li Saxkazor de hebe.
Bidine kifşê ku “Green Residential Park” pargîdanîya pêşdebir-veberhênanê re lihevhatinek li ser hevkarîya demdirêj hate çêkirin, ku dê bingehê ji bo pêşkeftina beşeke nû li sûka nekêşbar ya Ermenîstanê- apartmanên binavkirî bavêje.
Nûnerê fermî yê Green Residential Park, Con Mkrtçyan, got: “Bi Wyndham Saxkazor re, em formateke garantîkirî ji bo kirîna milkê veberhênanê dest pê dikin, bi hêvîya ku ew ê ne tenê ji hêla veberhênerên herêmî, lê di heman demê de ji hêla hevwelatîyên me yên li dîyasporayê ve jî be daxwaz kirin.” Wî her wiha got ku “Parka Niştecîh a Kesk” yek ji pêşdebirên pêşîn e li Ermenîstanê, ku bi hevkarîya mezintirîn pargîdaniyên navneteweyî re projeyek veberhênanê bi qezenca domdar ava dike.







