SerekeSîyasî

Wezîreta Îraqê elam kirîye wekî sed êzdî paşda vegerîyane Şengalê

Wezîra Îraqêyî mîgrasîyayê û  pirsên mihacira Êvan  Fayîkê elam kirîye wekî sed êzdî paşda vegerîyane Şengalê.Hatîye dîyarkirirnê, wekî ew meriv ji qampên li provînsîya Dihokê, bi piştgirîya organîzeya navneteweyî, ya pirsên mîgrasîyon, çûne malên xwe.

Wezîrê îzbat kirîye, wekî wezîreta wan bi hevkarî qewilên anegor pêşnîyar dike û piştgirîya hûmanîtarî dide.

Hatîye dîyarkirinê, wekî wezîrê Kurdistanêyî karên hundur Rêbar Ahmed hukumata Îraqê bona neqedandina borcdarîyên xwe, yên bona neqedandina piştgirîya mihacira, rexne kiribû.Ewî bangî civaka navneteweyî kiribû ku alî mihacira bikin û temamîya cabdarîyê nedine ser hukumata herêmê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button