H’emû nûçeSereke

Okampo bang kirîye ku dengê  qerebaxîya bighînine Blînkên

Dorgirtina korîdora Laçînê, ya ku Ermenîstanê û Qerebaxê hevva dide girêdanê, rûyê çida xurek, derman û pêtrol, usa jî eşîyayên mayîn nagihîjine Qerebaxê, gerekê çawa komkujî bê hesabhildanê.Derheqa wê yekêda dozgerê berê, yê mehkema navneteweyî Lûîs Morêno Okampo Twittere da nivîsîye.

“Ermenîyên Qerebaxê bêdeng û raberbûna sîyasî mane. Hûn dikarin alî wan bikin, dengê xwe bidine wan.Ev yek wê alî wan bike ku bighîjine sêkrêtarê dewletê Blînkên.Ew meriv birîyara qebûl dike û tenê ew dikare sîyasetê bide guhartinê û komkujîya ermenîya bide sekinandinê”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button