SerekeSîyasî

Çekdarên piştgirên tirka li Efrînê merivek revandine

Kanîyên înformasîyon, yên li Şahbê ragîhandine, wekî çekdarên girêdayî tirkara binelîyên gundê Kîmarê, yên nehîya Şeravayê revandine.

Hatîye ragîhandinê, wekî eyan nîne ku ew meriv kuda birine û ew wextê paşdahatina ji Basûtê revandine.

Roja şemîyê çekdara usa jî hevt welatîyên li nehîya Cindêrêsê revandine. Meha tîrmehêda 35 welatî hatine revandinê, nava kîjanada  çar meriv jinin. Xêncî wê yekê li Efrînê ji 2000 î zêdetir darên zeytûnê hatine birînê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button