H’emû nûçeSereke

Gelo Elîyêv mafên çi cûreyî dikare soz bide ermenîyên Qerebaxê? :BBC

Li Qerebaxê şer sê sal pêşda ser hevda hatîye.Ermenîstan hemû dewekarîyên Bekûyêra qayîl bûye û dewsa wê yekê garantîyayên ewlehkarîya ermenîyên Qerebaxê xwestîye. Bekû dibêje wekî mafên wan wê yên mînanî welatîyên Adirbêcanêbin. Derheqa wê yekêda qulixdarîya BBC ê nivîsîye.

Li gorî wê nivîsarê hatîye bîranînê, wekî serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv gotîye, ku ermenîyên Qerebaxê yan gerekê pasportên azêrîya bistînin, yan jî gerekê ji wir derkevin.

Van elametîya tê bêjî bêbawarî pêşda anîne, çimkî hatîye dîyarkirinê, wekî li Adirbêcanê halê girêdayî mafên mêrivra xirabe û bi hesabhildana wê yekê wekî li mekteba propaganda dijî ermenîya tê mîyaserkirinê, pirs pêşda tê, ku li vir wê çi cûreyî nêzîkî ermenîya bibin.

Nenihêrî wê yekê wekî ermenîyên Qerebaxê hê derheqa xwestina stendina pasportên Adirbêcanê elam nekirine, BBC î berbirî ajansa Adirbêcanêye dewletê bûye û pirs kirîye ku ermenîyên Qerebaxê wê berbirî kê bibin, heger bixwezin pasportên azêrîya bistînin.Bersiva wan dane û gotine ku ew gerekê berbirî wezîreta karên hundur bibin.Wezîretê jî bersiva têlefona nedaye.

Hinek pêşezan, nava wanda Alêksandr Îskandaryanê sîysîzan, difikirin wekî desthilatdarîya Adirbêcanê dicêribîne ermenîya ji Qerebaxê bidine derxistinê. Bi gotina sîyasîzan, dema ku ew dibihê wekî ermenî wê mafên welatîyên Adirbêcanê bistînin, ew bi xwe pirsê dide ku mafên çi cûreyî wê bistînin.

“Eva dîktatorîye, li kîderê ji sala 1969 a da, bi navbirîke kurt, malbetek serokatîyê dike. Bînin ber çevê xwe, wekî li welêt mafên hinek ermenîya hebin, lê yên azêrîya tunebin. Ev yek ne tiştê nêzîkî aqilaye”,- Îskandaryan gotîye.

Wê fikirêra usa jî dîrokzanê azêrî Arif Yûnûs qayîle: “Usa dertê, wekî li Adiribêcanê, li her dera hilbijartinên ne normalin, lê li beşekê jî na, usa nabe”.

Adirbêcan nava dik û raportên navneteweyî çawa welatê Qafqasîyayêyî usa pêşda tê, li kîderê dêmokrasî kême. Gelek  rojnamevan, sîyasetmedar, mafparêz hesara derbaz bûne, gelek rexnekirên rêjîmê ji Adirbêcanê derketine.

Wekîlê opozîsîyayê li parlamêntê tune, lê çend kandîdat wextê hilbijartina jî yan piştgirên Elîyêvê serok bûne, yan jî sîyasetmedarên eyan nînin.

Nava îndêksa azayêda ya  Freedom House ê Komara  Qerebaxê çawa ji alîkîva welatê aza, lê Adirbêcan jî çawa welatê ne aza tên hesabê.

Li gorî dîrokzanê azêrî, heger ermenî nava teşkîla Adirbêcanêdabin û çareserbûyîbin, wî çaxî ew dikarin bi dereca navneteweyî, nava wêda usa jî li parlamênta Avropayê, dewê bikin wekî Adirbêcan borcdarîypên xwe, yên derheqa mafên netewên kêmjimar biqedîne.

“Ev yek wê  usa jî alî Adirbêcanê bike, çimkî çi ku opozîsîya Adirbêcanêra li hev nehat, wê yekê ermenî dikarin bikin. Ermenî bona opozîsîyayê dikarin bibine lokomotîva dêmokratîzasîyakirina welêt”,- Yûnûs gotîye.

Bi fikira pêşezan, armanca desthilatdarîya Adirbêcanê ewe, ku ermenî bi mecbûrî bi rezedilîya xwe ji wir derkevin.

“Ev yek pirsgirêka Elîyêve ku hemûya mecbûrke ku gura wîdabin, lê heye herêmek, ya ku gura wîda nîne, cêribandina van meriva jî ya başqeye.Qayîlbûna wê yekêra, ku ermenî li Adirbêcanê bimînin, ermenîya mecbûrkin, ku ew bawarîya xwe li wan bînin, hema ewe ku opozîsîyonêrên ji welêt revî teglîfkin ku paşda vegerin û wanra ewlehkarîyê soz bidin”,- sîyasîzanê azêrî dibêje.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button