H’emû nûçeSereke
Dîtindarên Yekîtîya Avropayê “li ser çermê xwe” “sîyaseta” Adirbêcanê texmîn kirine

Adirbêcan herdem înformasîyonên şaş derheqa halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya belav dike. Ermenîstan jî bi fermî wan înformasîya înkar dike.
Ji wan înformasîya, ya dawî elametîya wezîreta Adirbêcanêye karên dere, ya ku ji alîyê koma dîtindarên Avropayêda jî hatîye înkarkirinê.
Bi şirovekirina halê pêşdahatî, pêşezan dibêjin, wekî diqewime Adirbêcan bi van gava dicêribîne fona înformasîyone wî cûreyî bona agrêsîya nû sazke.Çawa hîmê wê yekê ew hesab dikin wekî berî civîna şêwira ewlehkarîyê, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî Elîyêv nava deşta hiqûqî û dîplomatîda ketîye halekî xirab.
Mîsîya Yekîtîya Avropayê cara ewlin bersiva înformasîyona Bekûyêye nerast daye û zelal gotîye, wekî li ser sînorê ermenîya-azêrîya eskerê berevkirî tunene.







