H’emû nûçeSereke

Demeke nêzîkda emê bibin şehdê avakirina pergaleke din ya ewlehîyê: şiroçîyê leşkerî

Şiroçîyê leşkerî Narêk Nêrsîsyan nafikire ku Rojava metirsîya pevçûna hêza nûklerî zêde dike, çawa ku wezîrê  Rûsyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov îzbat dike.

Wextê hevpeyvîneke tevî “Armenprêss”ê, ewî bawerîya xwe bi wê yekê anî  ku daxuyanîyên bi vî rengî bandora  paşverû heye.

“Tiştê herî girîng di vir de ewe ku Rojava daxuyanîyên ji Moskvayê dihesibîne û bi taybetî çekên êrîşkar yên Ûkraînayê ku nikarin li ser xaka Rûsyayê bikin hedef û êrîşa bikin, firegeh, rawestgehên trênê, xalên dabînkirinê, otoban. Heger ji rêzê dernekevin, ne dûr e ku Fêdêrasyona Rûsyayê, wek ku rayedarên payebilind yên Rûsyayê radigihînin, êrîşên nûklerî yên dûravêj pêk bîne”,- Nêrsîsîyan got.

Li ser îşaretên statîstîkî ku li gorî wan welatên pêşkeftî di sala 2022  da zêdetirî 2,2 trîlyon dolar ji bo çekan xerc kirine, şiroçîyê leşkerî tekez kir ku ev yek nîşanek cidî ye.

“Wek mînak, Fransîya byûcêya xwe ya leşkerî 4 caran zêde kirîye, ku ev yek ji bo naveroka Avropayê nîşaneke cidî ye, ji ber ku ew beşa cîhanê piştî şerê sar di warê pîşesazîya leşkerî de bêhêz bû û zêde guh neda çekan.Şerê rûsa-ûkraîna nîşan da ku Rûsîya xwedî çavkanîyên gelek mezin e, di nav wan de yên konsêrvekirî hene û li gorî hin daneyan, Rûsîya îro 40-60 hezar çekan bi kar tîne, lê Avropa nikare tiştekî wiha bipejirîne û pir li paş Rûsyayê ye”,- şiroçîyê leşkerî da kifşê.

Bi gotina Nêrsîsyan, heger Amêrîka bi tundî keresteyên leşkerî bo Ûkraînayê kêm bike, wê demê di egera berdewamîya şer û pevçûnan de, hemû barê enîya Ûkraînayê dê bikeve ser milê Avropayê, di heman demê de ku aborîya welatên avropî ne mîlîtarîze bûne û ne bi taybetî ji bo dema aştîyê hatî çêkirin. Û Rûsîya, ji alîyê xwe ve, amade ye ku pirsgirêkên ku pêra rû bi rû bimîne jî bi bihaneya gihandina zîyanên aborî yên mezin çareser bike.

Nêrsîsyan amaje bi wê peymanê kir ku di navbera Yekîtîya Sovyêtê û Amêrîkayê de hatîye danîn, ku li gor wê berhemanîna mûşekên navokî yên menzîla navîn kontrol û sînordar e, Nêrsîsyan tekezî li ser wê yekê kir ku her du welatên mezin ji wê peymanê vekişîyane. Moskva fermî jî radigihîne, ku alîyê amêrîkî bi nîyaze ku peymana li ser nehêlana çekên navokî “avde”.

“Serdema nû ya çekdanînê di rastîyê de dest pê kir dema ku Rûsîya Rojava tawanbar kir ku ji peymanên dijî mûşekan vekişîyaye, dema ku pergalên berevanîya mûşekî li Polonyayê hatin bicihkirin, ku piştre li welatên endamên nû yên NATO ê hatin bicîh kirin. Nêrsîsyan got, di encama tohmetbarkirina hevdu de, bandora domînoyê derketîye holê, ev jî pir metirsîdar e ji ber wê yekê ku berevajî çekên stratejîk, mûşekên menzîla navîn dikarin li dûrahîyên mezin ben bikar anîn”.

Li gorî çavdêrîya wî, sîstêma ewlekarîya navdewletî ji xwe kevin bûye, nakokîyên tûnd di navbera welatên damezrîner yên encûmena asayîşa navdewletî de derketine, ji ber wê jî di şert û mercên wiha de girtina biryar zehmete. Li gorî wî, pêşbirka çekan ji alîyê Îsraîlê ve gelek bû, piştî nimûneya wê, gelek welatan, di nav de Îran, hevdem bernameyên xwe ji bo çêkirina çekên navokî pêşve xistin, û Korêya Bakûr jî di bin cezayên navneteweyî de ceribandina mûşekên atomî berdewam dike.

Bi gotina Nêrsîsyan, îro tevahîya sîstêma ewlekarî ber bi guhertineke girîng ve diçe, lewma heger metirsîyên şerê navokî zêde bibin, di demeke nêzîk de emê bibin şahidê avakirina sîstêmeke din ya ewlehkarî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button