H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê girêdana întêrnêtê bi Qerebaxêra qut kir

Duh, 17 ê tebaxê,  seheta 17:55 deqeyî li nêzîkî xala kontrolê ya li korîdora Bêrzorê (Laçînê), alîyê  azêrîya kabloya fîbera optîkî ya întêrnêtê birî û pêwendîya bi îstîqrar ya Qerebaxê bi înternetê ra qut kir. Li ser rûpela xwe ya facebookê şêwirmendê serokê  Qerebaxê Artak Beglaryan li ser vê mijarê nivîsîye.

 “Duh êvarê pisporên ji  Qerebaxê tevî hêzên aştîparêz yên rûs nêzîkî beşa dîyarkirî bibûn û kabloyê tamîr bikin, lê alîyê azêrîya destûr neda. Îro danê sibê ve danûstandin di navbera hêzên aştîparêz û alîyê azêrîyada berdewamin, da ku pisporên me karibin kabloya xiravbûyî bidine dasekinandinê.

Ez ne tesaduf nabînim ku ev sûcê nû piştî civîna konseya ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî û bi rastî 5 deqîqe berîya destpêkirina civîna çapemenîyê ya plankirî ya li ser gênosîda  Qerebaxê pêk hat. Di encama vê provokasyonê de, axaftvanên ji Qerebaxê yên di civîna çapemeniyê de, parêzvanê mafên mêriv Gêxam Stêpanyan û welatîya koçber Alvîna Nêrsêsyanê, karibûn bi herdu axaftvanên din, yê wezîrê karên der Sêrgêy Gazaryan û dozgerê giştî yê dadgeha cezayê giran Lûîs Morêno Okampora re têkîlî daynin. Tevî hewldanên Adirbêcanê, civîna çapemenîyê bi beşdarîya derdora 130 kesî ji 27 welatan hat lidarxistin.

Bi wî awayê, niha hejmareke pir sînorkirî ya întêrnêtê li  Qerebaxê bi rîya pêwendîyeke radyoyî ya bêîstiqrar peyda dibe, ku ew jî bi berdewamî di bin zexta pergalên tevlihevkirina Adirbêcanê da ye”,- Bêglaryan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button