H’emû nûçeSereke
Nava 30 salîda Ermenîstanê cara ewlin nava kirîn-frotana tevî Rûsîyayê derheqa zêdayêda daye dîyarkirinê

Nava 30 salîda Ermenîstanê cara ewlin nava kirîn-frotana tevî Rûsîyayê derheqa zêdayêda daye dîyarkirinê. Deranîna eşîyayên Ermenîstanê ji anînê zêdetir bûye.Derheqa wê yekêda melûmetîyên gumirka Ermenîstanê didine dîyarkirinê. Nava şeş mehada ew zêdayî gihîştîye 210 mîlyon dolarî. Derheqa wê yekêda ajansa RÎA Novostîyê ragîhandîye.
Hatîye dîyarkirinê, wekî hetanî niha welat diha zêde eşîya dianîn. Anîna here mezin sala derbazbûyî bû. Wî çaxî bi 596 mîlyon dolarî anîn ji deranînê zêdetir bû.Dêfîsîta here biçûk sala 2004 a bûye, lê profîsît tu cara nîbûye.







