Layîqe ku şerabên ermenî bên kifşkirin: MassLive

Vexwarina heman şerabên heman herêman westîyayîne? Li tiştekî nû digerin? Fransîyaye ji bîr bike. Bala xwe nedin Îtalyayê.Û li ser Ermenîstanê hûnê çi bêjin?
Axaftinên li ser şerabê de kêm caran behsa Ermenîstanê tê kirin. Di vê navberê de Ermenîstan bi hezaran sale şerabê çêdike. Tevî vê yekê, gelek kes li ser kevneşopên dirêj û dewlemend yên şerabê li vî welatê çîyayî nizanin, MassLive dinivîse.
Li gorî Historica Wines ê, ku nûnertîya şerabên çend hilberînerên şerabê ermenî yên li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî dike, Ermenîstan herî kêm 6000 sal e şerabê çêdike, di nav wan de sê şerabên ku vê hefteyê hatine nîşandayîn. Bi rastî, dibe ku delîlên 8000 sal şerabê li Ermenîstanê jî hebin.
Wek li Arjêntînê, li Ermenîstanê jî demsalên şerabê nêzîkî çîyayane. Di vê rewşa taybetî de, çîyayên Ermenîstanê (Qafqasya Biçûk û çîyayê Aragasê, lûtkeya herî bilind ya Ermenîstanê jî tê de) di warê şerabçêkirin û cîhê rezên Ermenîstanê de roleke girîng dilîzin. Gelek rez di navbera 2000 û 4500 mêtrê ji asta deryayê de ne.
Ji bo herêmên şeraba taybetî yên Ermenîstanê, herî navdar ji wan Aragasotn, Ararat, Armavîr û Vayos Zor in.
Yek ji tiştên girîng yên şerabên ermenî cûreyên tirîya yên kêm naskirî yên welête.
Arênî: li Ermenistanê yek ji cûreyên şeraba sor ya herî navdar û kevnar e.
Parçeya zêrîn: cûreyekî tirîyê sipî ye ku bi hezar salan e li Ermenîstanê tê çandin.
Sîrênî: tiriyê sor e, carinan wekî xndognî tê zanîn.







