The Guardian : hundurê Qerebaxêda dorgirtîye

Rojnama The Guardian ê hevpeyvîna tevî binelîkî Qerebaxê raber kirîye. Binelîyê Qerebaxê Hovîk Asmaryan dide dîyarkirinê, wekî li Stêpanakêrtê sîstêma pevguhartina xurek pêşda hatîye. Asmaryan gotîye, wekî nava baxê wîda darên fêkîya hene û ew wan fêkîya dide cînarên xwe, lê ew jî dewsê gizêra didine wî.
“Asmaryan li Qerebaxê dijî, li kîderê 120 000 ermenîyên êtnîk dijîn.Anîna xurek, dermana û pêtrolê ji Ermenîstanê dihate mîyaserkirinê, yên ku bi korîdora Laçînêva dianîn.
Ji kanûna sala derbazbûyî Adirbêcanê ew rê daye girtinê û binelîyên ermenîye cîh nava dorgirtinêda mane.Îzin dane avtomaşînên xaçê Sor ku ew nexweşa cîguhastî bikin, lê ji meha nîsanêda Bekûyê posta nû danî û ji 14 ê hezîranêda bi temamî rê da girtinê.
Nava encamê wê yekêda li Qerebaxê kêmasîya xurek pêşda hatîye”,-rojnama brîtanî nivîsîye.
Xurek têrê nake. Komîtêya xaçê Sor dide dîyarkirinê, wekî derman, eşîyayên hîgîyênayê û xurekên zaroka tune.Dikan valane. Rûyê tunebûna pêtrolêda çûyîn-hatina transporta bajêr sekinîye. Gelek nehyî bêyî av û ênêrgîya êlêktrîkî mane.
Binelîyên cî dibêjin, wekî bernama Bekûyê ewe, ku xelayî li vir gurbe ku heger rojekê jî rê bê vekirinê, ew ji wir derkevin. Bi gotina miqaledarê rojnamê, ev yek komkujîye, wextê kîjanê xelayî çawa sîliha klasîk tê xebitandinê.
Lyûk Hardîngê miqaledar halê li Qerebaxê wî cûreyî raber kirîye.







