H’emû nûçeSereke

Êvarîya ermenî li weşana têlêvîzîyona  France 2  da

31 ê tebaxê, êvarê seheta 9:10 deqe weşana têlêvîzîyona fransîda, ya France 2  wê progirama pêşkêşî Ermenîstanê bê raberkirinê, ya ku wê mecalê bide temaşevanên fransîaxiv ku dewlemendtîyên çanda cimeta ermenî bidine eşkerekirinê. Derheqa wê yekêda ji baylozxana Ermenîstanêye li Fransîyayê elam kirine.

“Progiram li cîhekî Fransîyayêyî dîrokî, li palata Vêrsalê, hatîye amadekirinê. Rojnamevana bi nav û deng Klêr Şazal û sazbendê ermenî, yê li Fransîyayê Andrê Mankûyan wê progiramê pêşkêşkin.Merem heye ku usa jî derheqa halê li Qerebaxê raberî civaka Fransîyayê bikin”,- nava rûpelê  Facebook da, yê baylozxanê hatîye nivîsarê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button