H’emû nûçeSereke

Em amadene li cîhê aşîtîparêza, yan jî li cîhekî mayîn rastî Adirbêcanê bên: Gûrgên Nêrsîsyan

Gerekê berbirî Rûsîyayê û alîyên mayîn bibin û bona organîzekirina hevdîtina tevî Adirbêcanê pêşnîyarê raberkin. Derheqa wê yekêda wezîrê Qerebagêyî dewletê Gûrgên Nêrsîsyan elam kirîye.

“Dîyare, wekî tu kes nikare bona ewlehîya fîzîkî ya welatîyên meye li ser axa Adirbêcanê garantîyayê bide û ew hevdîtin dikare li cîhê hêzên aşîtîparêzên rûs, yan jî li welatekî mayîn pêk bê, bi saya kîjanê dikarin gotûbêjkirinê bidine çareserkirinê.Ez li ser wê fikirême wekî Rûsîya dikare hevdîtina wî cûreyî organîze bike.Gerekê bisekinin û zelal bidine  femkirine ku kuda diçin, bi rojeva kê pêşda diçin û nava wê yekêda rojeva  xwe jî pêşda bikişînin. Encamên wê hevdîtinê gerekê raberî civakê bikin û piştî wê yekê gerekê birîyarên anegor qebûlkin”,- Nêrsîsyan gotîye.

Bi gotina Nêrsîsyan encamên wê hevdîtinê gerekê raberî civakê bikin û piştî wê yekê birîyarên anegor qebûlkin. Gerekê cabdarîyê hildin û wan hemû pirsgirêka bilindkin û pêşnîyarên zelal raberkin, gerekê guhdarîyê bidine ser alîyên mayîn û girêdayî wê yekêra  fikira xwe raberkin.

“Belê,ev yek jî dikare encama nede, lê bi wê yekê dîyarbûnê bê kifşê.Wî çaxî civaka navneteweyî, Rûsîya û Komara Ermenîstanê wê gavên zelal biavêjin bona ku qerebaxîya ji mirinê xilazkin”,-Nêrsîsyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button