SerekeSîyasî

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk li  Dêyr Zorê  opêrasîyona nû pêk tînin

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk, tevî koalîsîyona navneteweyî, opêrasîyona nû, ya bi sernavê “Qewînkirina ewlehkarîyê” li gundên Dêyr Zorê dijî komên DAÎŞ ê ye xweveşartî, destpê kirine.

Nava elametîya belavkirîda hatîye gotinê: “Li nehîya Dêyr Zorê êrîşên komên DAÎŞ ê ye xweveşartî pêk tên, yên ku êrîşê dibin ser hêzên ewlehkarîyê, binelîya û lîdêrên civakî.Wextê hevdîtinên fermandarîya hêzên Sûrîya Dêmokratîk û lîdêrên civakî, ew têma hatîye gotûbêjkirinê û hatîye birîyarkirinê, ku opêrasîyonê dijî wan koma mîyaserkin”.

Hêzên ku beşdarî opêrasyîonê dibin wê hevkarîyê tevî desthilatdarîya sîvîl û lîdêrên civakî berdewam bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button