SerekeSîyasî

Piştgirên “ Heşd Aş Şaabî” yê rîya Kirkûk-Hewlêrê dane girtinê

Piştgirên “ Heşd Aş Şaabî” yê û binelîyên ereb, yên li bajarê Kirkûkê, çawa nîşana paşdahatinê, ofîsên Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk, rîya Kirkûk-Hewlêrê dane girtinê.

Li ser rîya sereke pevçûyîn di navbera protêstokira û şofêrada qewimîne, çimkî sirêyên mezin çê bibûn.

Ofîsên Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk, yên li Kirkûkê çawa hebûna partîyayê tên paşdadayînê, yên ku xebata xwe ji sala 2017 a da, piştî rêfêrêndûma li Kurdistanê ketibûne bin kontrola hêzên piştgirên Îranê.

Partîya Dêmokratîk careke mayîn ofîsên xweye li Kirkûkê dide vekirinê û bona hilbijartina xwe amade dike. Li gorî înformasîyona “Kurdistan 24” ê , piranîya  33 ofîsên li Kirkûkê îdî hatine valakirinê ku teslîmî partîyayê bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button