H’emû nûçeSereke

Înîsîyatîva dîplomatîye nû, amadebûna bona çûyîna li korîdora Laçînê: Parîz çi pêşnîyar dike

Pirsa krîzeya li Qerebaxê Nîkol Paşînyanê serokwezîr tevî serokê Fransîyayê gotûbêj kirîye.

Pêşda Êmanûêl Makron elam kiribû, wekî nava rojên nêzîkda ewê tevî serokwezîrê Ermenîstanê û serokê Adirbêcanê derheqa înîsîyatîva dîplomatîye nûda gotûbêjkirina pêk bîne.

Serokê Fransîyayê nava vê hevtêda dixeweze tevî serokatîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê biaxive û înîsîyatîva helkirina pirsgirêkêye nû raberke. “Emê dewê bikin, ku nava pirsa korîdora Laçînêda pevketina xweykin. Emê usa jî bi înîsîyatîva dîplomatîye nû pêşda bên bona ku tehsîra li ser Bekûyê bidine zêdekirinê”,- Makron wextê prêss-konfêransa bona bayloza gotîye.

Sîyasîzanên cuda-cuda fikirên cuda derheqa wê yekêda elam kirine.

Bi fikira Davît Stêpanyan li Organîzeya Netewên Yekbûyî wê rêzolyûsîya nû bê pêşnîyarkirinê û Fransîya dikare çawa navçîgar pêşda bê, çimkî dokûmêntêda sê welatên wî cûreyî hene: Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, Fransîya û Rûsîya.

Davît Karapêtyanê sîyasîzan jî difikire wekî Makronê pêşnîyareke girîng bike, ya ku dikare Elîyêv zendegirtî bihêle.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button