Serokbajara Parîzê tê Ermenîstanê

Cêrga avtomaşînên barbir, ya bi barê hûmanîtarîva barkirî, yê ji alîyê paytextê Fransîyayê Parîzê û ji cêrge nehîêyn mayîn, bona Qerebaxê şandî, wê îro li ber dergehê korîdora Laçînêbe, li kîderê niha avtomaşînên ji Ermenîstanê şandî hîvîyêne.
Şêwira koordînasîyon, ya organîzeyên Fransîyayêye ermenî ragîhandîye, wekî îro serokbajara Parîzê An Îdalgo wê bê Ermenîstanê û wê rêberîyê cêrga avtomaşînên alîkarîya hûmanîtarî ji Yêrêvanê berbi korîdora Laçînê bike.
Hukumata Ermenîstanê 361 tonna alîkarîya hûmanîtarî şandîye Qerebaxê, lê ew cêrga avtomaşîna hetanî niha li ber dergehê korîdora Laçînê sekinîye, çimkî Adirbêcan nahêle ku ew alîkarî bighîje Qerebaxê. Avtomaşîna barbir, ya ewlin 9 ê tebaxê gihîştibû cêrga wan avtomaşîna ku ji alîyê Fransîyayêda hatibû şandinê.







