H’emû nûçeSereke
Aşîtîparêzên rûs mîsîya xweye li gorî elametîya sêalî mîyaser nakin

Aşîtîparêzên rûs mîsîya xweye li gorî elametîya sêalî mîyaser nakin. Derheqa wê yekêda wextê hevpeyvîna tevî rojnama La Repubblica ê Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotîye, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye ku rûyê çida Rûsîya beşdarî wê proseyê nabe ku qedirê qayîlnivîsara 9 ê mijdara sala 2020 î bê girtinê, bi kîjanê gerekê çûyîn-hatina bi korîdora Laçînê kontrol bikira.
“Ez nikarim vî alîda qîmet bikim, xêncî wê yekê wekî hêzên Rûsîyayêye aşîtîparêz mîsîya xweye li gorî elametîya sêalî naqedînin. Ev yek xemgînîyê pêşda tîne.Armanceke aşîtîparêzên rûs, ya li Qerebaxê ewe ku ewlehkarîya civaka sîvîl, binelîyên sîvîl, çareserkin”,- Nîkol Paşînyan gotîye.







