Civaka Ermenîstanê ji şuxulkarîya peymana ewlehkarîya kolêktîv acize û ew yek ber çevaye: Paşînyan

Civaka Ermenîstanê ji şuxulkarîya peymana ewlehkarîya kolêktîv acize û ew yek ber çevaye. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê hevpeyvîna tevî rojnama îtalîye La Repubblica ê gotîye, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye ku çi cûreyî borcdarîyên Rûsîyayê û Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv qîmet dike.
“Ez tenê dikarim bêjim, wekî ji alîyê şuxulkarîya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda halê ku hûn didine dîyarkirinê derheqa krîzeyêda dibêje.Ez nafikirim, wekî ew yek tenê pirsgirêka Ermenîstanêye, ew bi temamî pirsgirêka organîzeyêye.
Çi ku derheqa şirovekirinadane, ew yên cûre-cûrene, lê ez difikirim, wekî şirovekirinên ji alîyê meda girîng nînin û wî alîda civaka Ermenîstanê ji şuxulkarîya organîzeyê aciz bûye.Eve menî wekî payîza sala 2022 a, wextê civîna organîzeyêye li Yêrêvanê, Ermenîstanê cêrge dokûmênt îmze nekirin û wî çaxî birîyar nehate qebûlkirinê”,-Paşînyan gotîye.







