Îsrayêl bi aktîvî Adirbêcanê dide sîlihkirinê: li herêmê êtapa amadekirina opêrasîyonên leşkerî mîyaser dibe: Hovhannîsyan

Îsrayêl gelekî bi aktîvî Adirbêcanê dide sîlihkirinê. Derheqa wê yekêda pêşezanê leşkerî Karên Hovhannîsyan rûpelê xweyî facebook da nivîsîye.Ewî nivîsîye, wekî nava meha dawîda ji Îsrayêlê here kêm sê teyarên barbir ji Îsrayêlê çûne Adirbêcanê.
“Ev yek dide kifşê, wekî li herêmê niha amadekirina opêrasîyonên leşkerî mîyaser dibe.Îro careke mayîn cîguhastina baraye ji Îsrayêlê berbi Adirbêcanê mîyaser bûye.
Ji baregeha Îsrayêlêye leşkerî teyare diçine Adirbêcanê û meriv dikare bêje wekî ew sîliha cîguhastî dike.
Ez gerekê bêjim, wekî ev baregeha bi navê “Ovda” li başûrê Îsrayêlêye û ev firegeha Îsrayêlêye tek-tenêye, li kîderê matêrîyalên teqandinê bi rîya hewê têne cîguhastinê.Tiştekî cudaye, wekî teyarên hemû kompanîya nikarin li wir peyabin, lê yên dikarin peyabin sînorkirîne û nava wandane usa jî kompanîya azêrîya…”,- ewî nivîsîye.







