SerekeSîyasî

Rûyê pevçûyînên li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê 71 meriv hatine kuştinê

Rûyê pevçûyînên van axirîyaye li provînsîya Sûrîyayêye Dêyr Zorê 71 meriv hatine kuştinê, nava kîjanada bûne usa jî 9 binelîyên sîvîl. Derheqa wê yekêda organîzeya Sûrîyayêye mafparêz / SOHR/ elam kirîye.

Em bêjin, wekî 27 ê tebaxê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk Ahmed Habil girtine, yê ku fermandarê şêwira Dêyr Zorêye leşkerî bû. Rûyê vê yekêda nerazîbûn nava erebên cîhda pêşda hatibû û li çend gunda pevçûyîn destpê bibûn.

Çawa bersiva wê yekê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî 3 ê îlonê li Dêyr Zorê tevî Hêzên Sûrîya Dêmokratîk û rêberên eşîra hevdîtin pêk anîne. Hatîye gotinê, wekî girînge ku dereca sertbûna hal bê kêmkirinê û hatîye dîyarkirinê, wekî îzin tune ku hêzên bîyanî beşdarî vê proseyêbin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button