H’emû nûçeSereke
Li Ermenîstanê wê telîmên leşkerî, yên ermenîya-amêrîkîya pêk bên

Nava çarçoveya mîsîyayên navneteweyîda, yên aşîtîparêzîyê ji 11 a hetanî 20 ê îlonê li merkeza telîma, ya wezîreta Ermenîstanêye parastinê wê telîmên ermenîya-amêrîkîya pêk bên.
“Armênprêss” ê ragîhandîe, wekî li gorî elametîya wezîreta parastinê armanca telîma ewe, ku dereca hevkarîya nava mîsîyayên aşîtîparêzîyêda bidine bilindkirinê û pêra jî cêribandinên hevdu bidine pevguhartinê.







